Îranê bersiva tometên Îsraîlê da
Behram Qasmî peyivdarê wezareta Derve ya Îranê ragihand: Hikumet û supayê Sûrîyê wek welatekê serbixwe maf heye serwerîya xwe bi parêze û bersiva her destdirêjîyeka derve bide.
Herwesa got: Nûçeyên firîna firoka bê firokevan ya Îranê û pişikdarîya wan di xistina firokeya Îsraîlê da cihê pêkenînê ye, ji berku hebûna supayê welatê wî li Sûrîyê tenê şîretkarîye û li ser daxwaza wî welatî çûne di nava axa Sûrîyê de.
Waar.tv
