KERKÛK - Partiyên Kurdistanî hewla pêkanîna lîsteyeke hevbeş didin
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku biryara boykotkirina hilbijartinên Iraqê daye, eger lîsteyeke hevbeş were pêkanîn ku nûnertiya yekbûna Kurdistan û aliyên siyasî bike, razî ye li Kerkûkê ji biryara xwe vegere.
Tevgera Goran biryar daye ku tevlî ti hevpeymaneke ligel PDK û YNKê nebe, tenê bi mercekî ku eger partiyên din jî namzedên xwe di hevpeymaniya niştimanî de bi cih bikin.
Her çi qas ji aliyê komîsyonê ve deriyê tomarkirina hevpeymaniyê hatiye girtin jî, aliyên Kurdistanî hewldanên xwe didomînin daku Kurd bi lîsteyeke bihêz biçe nav rikeberiya hilbijartinê li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.
Endamê Encumena Cîbicîkirinê ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mistefa Ebdulla ji Rûdawê re ragihand ku niha arîşeya li hember aliyên Başûrê Kurdistanê hilbijartina navê vê lîsteyê ye ku hatiye tomarkirin û got: “Ez hêvî dikim em bigihîjin encamê û nav û navnîşan û karên rûtîn derbas bikin ji bo xema mezin a Kerkûk û deverên nakokî û sînorên ku niha di bin destê Herêma Kurdistanê de nemane, qet nebe careke din ji aliyê siyasî ve pêgeha xwe têde bihêz bikin, piraniya nakokî li ser navê hevpeymaniyê bû.”
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku biryara boykotkirina hilbijartinên Iraqê daye, eger lîsteyeke hevbeş were pêkanîn ku nûnertiya yekbûna Kurdistan û aliyên siyasî bike, razî ye li Kerkûkê ji biryara xwe vegere.
Endamê Serkirdetiya PDKê Elî Husên ji Rûdawê re ragihand: “Eger em bi vê belavbûna xwe biçin hilbijartinan, dê encama wê bi zirara Kurdistanê, xelkê Kurdistanê, xelkê Kerkûk û deverên din bibe, em weke partiyên siyasî berpirsyar in, qet nebe em ji dîroka neteweya xwe re bibêjin em beşdar nebûn û me boykot kir, me peyama xwe jî şand ji aliyan re yan lîsteyek yan boykot.”
Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê di civîna xwe ya herî dawî de biryar da ku tevlî ti hevpeymaniyeke ligel PDK û YNKê nebin.
Endamê Civata Niştimaniya Goranê Mela Ferman ji Rûdawê re ragihand: “Îhtîmaleke gelek lawaz maye, îhtîmal ew e ku eger partiyên din werin û namzedên xwe di hevpeymaniya niştimaniyê de destnîşan bikin, li gor wan rêkarên ku hatine danîn ji bo xwenamzedkirinê di wê hevpeymaniyê de û piştî ceribandinê li wir bibin namzed, em wisa dikarin di lîsteyekê de bi hev re beşdar bibin.”
Li deverên Kurdistanî yê derveyî îdareya Herêma Kurdsitanê, hevpeymaniyeke Kurdan a Tevgera Goran, Komela Îslamî û Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperwerî, di bin navê "Hevpeymaniya Niştimanî" de heye û her partiyên din jî lîsteyên wan ên cuda hene. Lê Ereb û Tirkmen nakokiyên xwe derbas kirine û Ereb bi hevpeymaniyekê û Tirkmen jî bi du lîsteyên şîe û sunnî beşdarî hilbijartinên Iraqê dibin.
Rudaw
