Wezîra Bergiriya Almanyayê seredana şîretkarên Almanî li Hewlêrê kir
Peyamnêrê WAARê li Hewlêrê ragihand: ursola fonderlayn, wezîra Bergirîya Almanya ku êvarîya duh gehşit Hewlêra paytext, îro sibehê seredana şîretkarên serbazî yên Almanî kir yên ku li Hewlêrê karê meşqdana Pêşmergey diken.
Got jî: Wezîra Bergirîyê di seredana xwe da, dê nexweşxaneyeka taybet bi Pêşmergey vebike ku li ser erkê hikumeta Almanîya hatîye dirustikirin û di qonaxa yekê da 6 milyon yoro lê hatîne xercikirin û ji bo xwarina nanê nîvrojî dê li wê serbazgeha Almanayê be.
Ev di demekî daye duh wezîra bergirîya Almanya gihabû Bexdayê.
Hêjay gotinê ye Zîgmar Gabiryêl wezîrê Derve yê wî welatî pêştir bi sedema rêgrîya hikumeta Îraqê li seredana wî bo Kurdistanê, temama geşta xwe ji bo Îraqê helweşandibû.
Waar.tv
