• Wednesday, 18 February 2026
logo

Sêyemîn kongreya HDPê dest pê kir

Gulan Media February 11, 2018 Nûçe
Sêyemîn kongreya HDPê dest pê kir
Sêyemîn kongreya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest pê kir. Biryar e di kongreyê de hevserokên nû bên hilbijartin.

Qasekî beriya niha sêyemîn kongreya HDPê li bajarê Enqerê yê Tirkiyê di bin tedbîrên tund yên ewlehiyê de dest pê kir, kongre dê sê rojan bidome.

Li gorî agahiyan, tevahiya partiyên Kurdistanî (Başûr, Bakûr, Rojhilat û Rojava) bo kongreyê hatine vexwandin. Serok Mesûd Barzanî jî hatibû vexwandin lê Barzanî dabû zanîn ku ew nikare ji ber rewşa Başûrê Kurdistanê tevlî kongreyê bibe.

HDPê ji nav partiyên tirkan jî tenê CHPê vexwandiye lê nayê zanîn CHP dê tevlî bibe yan na. Gelek mêvanên biyanî jî hatine vexwandin.

Di kongreyê de hevserokên nû tên hilbijartin. Parlamentera Îdirê ya HDPê Pervîn Bûldan û parlamenterê Stembolê yê HDPê Sezaî Temellî (kesekî tirk e) namzedên hevserokatiyê ne. Piştî hilbijartina hevserokên nû, 100 kes jî bo endamtiya meclisa partiyê tên hilbijartin.

Kongreya HDPê di demekî de tê lidarxistin ku fermana girtina hevseroka partiyê Serpîl Kemalbay hatiye dayîn û hevserokê wê partiyê Selahedîn Demîrtaş û komek parlamenterên wê jî girtî ne.

Demîrtaş beriya niha gotibû, ew naxwaze bibe namzedê serokatiyê, ji ber wê yekê li şûna wî Sezaî Temellî wek namzed hatibû destnîşankirin.

Basnews
Top