Demirtaş: Dem dema dayîna peyama yekrêziyê ye
Demirtaş di peyama xwe ya ku bo kongreya 11ê Sibatê ya HDPê şandiye de, spasiyê li dostên piştgiriya wî kirine re dike û dibêje, “Dem dema wê ye ku peyama bihêz ya yekrêziyê bidin.”
Salahattîn Demirtaş di peyama xwe de wiha got: “Hevkariya hemû dostan bo min serbilindî bû. Di heman demê de ji dost û dijminan re hat nîşandan ku HDP partiyek e xwedî bingeheke dînamîk û çalak e. Bawer bikin, dersa hemû kesên hewil dane li gor xwe HDPê dizayn bikin hatiye dayîn.”
Demirtaş di berdewamê de bi bîr xist ku ew dê xebata xwe ya di HDPê de bi coş berdewam bike û wiha pê de çû:
“Dem dema wê ye ku HPD bi dilxweşî û coşeke mezin kongreya xwe bike û peyama yekrêziyeke bihêz bide ye êdî. Ez ê jî ji xwe di HPDê de bi awayekî çalak karê xwe berdewam bikim. Ji bo hemû hevalên ku xwediya HDPê dikin û di şexsê min de hesta baweriyê didin silav û rêz.”
Selahattîn Demirtaşê ku 8 sal in hevseroktiya HDPê dike, 4ê Mijdara 2016an hatibû girtin û ligel nîqaş û nirxandinên li ser ji nû ve kandîdbûna hevseroktiya HDPê jî bi nameyê ji partiya xwe re ragihandibû ku ew nabe namzed.
waar.tv
