YPJ: Tirkiye bi hevkariya DAIŞ û Bereya Nusra dixwaze Sûrya dagîr bike
Nesrîn Ebdella ji K24ê re got: "Emê şerê Efrînê bigehînin cîhanê û em bihêvî ne aliyên navdewletî helwesta xwe li ser wî şerî bidin xuyakirin û fişaran li ser Tirkiyê bikin daku şer rawestîne".
Operasyona (Şaxê Zeytûnê) ya artêşa Tirkiyê li Efrînê ket roja xwe ya 21ê de, li gorî daxuyaniyên YPG û YPJ, heya niha wan nehiştiye artêşa Tirkiyê armancên xwe pêk bîne.
Şevê din jî, firokeyên cengî yên Tirkiyê, piştî rawestana nêzîkî hefteyekê, dubarê êrîşî bajarê Efrînê kirin û di encamdê de sê welatî şehîd bûn û hejmarek welatiyên din jî birîndar bûn.
Hevdem artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku firokeyên wê 19 armanc li nav bajarê Efrînê bordûman kirin.
K24
