• Wednesday, 18 February 2026
logo

NY: Pêdiviya xelkê Efrînê bi hevkariyê heye

Gulan Media February 9, 2018 Nûçe
NY: Pêdiviya xelkê Efrînê bi hevkariyê heye
Serokkomarê Tirkiyê gefa tundkirin û berfirehkirina operasyona ser Efrînê dike û li gor texmînên Neteweyên Yekbûyî (NY) , ji gundên Efrînê zêdeyî 15 hezar kes koçber bûne.



Neteweyên Yekbûyî ragihand ku operasyona Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên girêdayî wê, bandoreke nerênî li xelkê Efrînê dike.



Derbarê mijarê de Ofîsa Karûbarê Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwiyaniyek belav kir û di daxwiyaniyê de wiha tê gotin: “Koçberbûna xelkê herêmê bo nav bajarê Efrînê berdewam e. Piraniya xaniyan çend malbat bi hev re di wan de dimînin. Mizgeft, dibistan û cihên giştî hatine vekirin û proseya xwendinê rawestiya ye.”



Ofîsa Neteweyên Yekbûyî amaje bi wê yekê dike ku heta niha 15-30 hezar kes koçber bûne û pêdiviya kesên koçber jî bi hevkariyê heye.



Ligel vê zerar û ziyana zêde û bandora nerênî, Serokkomarê Tirkiyê jî gefa tundkirina êrîşên bo ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje: “Bi hêviya xwedê, em dê di dahatû de karê serekî û êrîşa leşkerî ya serekî bikin.”



Gefa Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di demekê de ye ku roja Çarşemê Wezîrê Derve yê Tirkiyê serdana Tehranê kir û roja Pêncşemê jî Erdogan bi xwe ligel Serokê Rûsya û Serokkomarê Îranê axifî.



Li gor agahiyan, mijara serekî ya Çavuşoglu û Zerîfî û peywendiya telefonî ya Erdogan ligel Putîn û Rûhanî jî rewşa Efrînê bû. Hevdem Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Rayan Dillon jî dibêje bi hurî çavdêriya rewşa Efrînê dikin.



Di vê derbarê de Rayan Dillon ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Hevpeymaniya Navdewletî ti êrîşeke leşkerî li Efrînê nake, lê ev şerê han bandorê li şerê dijî DAIŞê dike.”



Dillon wiha axifî: “Em wek Hêzên Hevpeyman, ti operasyonan li Efrînê nakin, lê çavdêriya wê yekê dikin ka çi diqewime, çi bandora wê li ser HSDê ya hevbeşê me di şerê dijî DAIŞê de çêdibe. Loma her tiştek ku li Efrînê diqewime, bandorê li şerê dijî DAIŞê jî dike. Bêguman cihê nîgeraniyê ye bo Hevpeymaniya Navdewletî ku bandorê li operasyonên têkşikandina DAIŞê dike.”



Li ser heman mijarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Oleg Sıromolotov jî da zanîn ku eger heye şerê Efrînê bibe sedema aloziya zêdetir û amaje bi wê yekê da ku berjewendiyên Amerîka û Tirkiyê li navçeyê ber bi du hêlên cuda de diçin.



Tê çaverêkirin ku di rojên dahatû de li ser heman mijarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê û Rawêjkarê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê serdana Enqerê bikin û ligel rayedarên Tirkiyê mijarê gotûbêj bikin.

Rudaw
Top