• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mekteba siyasî ya PDKê bi serperşitiya Barzanî kombû

Gulan Media February 9, 2018 Nûçe
Mekteba siyasî ya PDKê bi serperşitiya Barzanî kombû
Mekteba sîyasîya Parta Demokratîka Kurdistanê bi serperşitîya Serok Barzanî kombû û gotûbêja helbijartinên bê û peywendîyên Hewlêr û Bexdayê kir.
Peyamnêrê WAARê li Hewlêrê ragihand; Mekteba sîyasî ya PDKê îro bi serperşitîya Mes’ûd Barzanî serokê PDKê û Nêçîrvan Barzanî cêgirê serokê PDKê kombû û tewerên serekî yên kombûnê, pişikdarîya Kurdan di helbijartinên bê yên Îraqê û bi taybet pişikdarîya PDKê, herwesa peywendîyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
Got jî: PDK bas li pêguhera danûstanên Hewlêr û Bexdayê kir, ger negehiştin ti encaman, herwesa rewşa navxweya Herêmê tewerekê din yê kombûnê bû û çaverêye ragihandinekê li dor naveroka kombûnê bê belav kirin.

Waar.tv
Top