• Wednesday, 18 February 2026
logo

Washington Times: Nêçîrvan Barzanî ji hejî xelatê Nobel yê aşitiyê ye

Gulan Media February 8, 2018 Nûçe
Washington Times: Nêçîrvan Barzanî ji hejî xelatê Nobel yê aşitiyê ye
Rojnameyeka Amerîkî diplomasîyeta Nêçîrvan Barzanî bi sedema nehêlana serhildana şerên mezin nav kir û ragihand; Barzanî ji hejî ye xelatê Nobil yê aşitîyê werbigire.
Washington Times ya Amerîkî di babetekê xwe yê îro da eşkera kir; Welatên derdorên Herêma Kurdistanê bi taybet Îran û Îraq piştî referandoma serxwebûna Kurdistanê amadebûn Herêmê bi temamî jinav biben û piştî girtina Kerkûk û çendîn deverên din yên Kurdî amadebûn zêdetir jî biçin û herwesa bi girtina Firokxane û derîyên sinorî herêm dorpêç kir, lê Nêçîrvan Barzanî, serokê civata wezîrên Herêma Kurdistanê, li cihê ku şerî li dijî girûpê şî’î yên êrişî Kerkûkê kirîn, bike diplomasîyet bikaranî û karî bi piştevanîya navdewletî rêgrîya serhildana şeran bike.
Washington Times xuya jî kir; Barzanîyê Serokwezîr daxwaz ji welatên rojava kir; Fişaran bêxin ser ‘Ebadî û neçar biken ku destûrê Îraqê bicih bîne ‘Ebadî piştî fişaran razî bû dest bi danûstanan bike destpêkirina danûstanan rêgirîya serhildana şerên mezin û riştina xwînê bû, lewra Nêçîrvan Barzanî ji hejî ye xelatê Nobil yê aşitîyê werbigire.

Waar.tv
Top