• Wednesday, 18 February 2026
logo

Ryan Dillon seredana Menbicê kir

Gulan Media February 8, 2018 Nûçe
Ryan Dillon seredana Menbicê kir
Peyivdarê hevpeymanîya Nêvdewletî seredana bajarê Menbic yê di bin kontrola hêzên Sûrîya Demokratîk HSDê da kir.
Ryan Dillon peyivdarê hevpeymanîya Nêvdewletî ya li dijî DAIŞê li ser Twîtterê xwe nivêsîye wî seredana bajarê Menbicê kir û di gel fermandê jora operasîyonan kom bû.
Herwesa nivîsîye, armanca seredana wan jî dîtina serkirdeyên serbazî û piştevanîkirina hevpeymanên wane di şerê dijî terorê da.
Ev seredana Ryan Dillon di demekê daye ku pêştir Recep Teyyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê ragihandibû, pîdivîye hêzên Amerîkayê ji menbicê derkevin.

Waar.tv
Top