• Wednesday, 18 February 2026
logo

Ruhanî êrîşên Tirkiyê yên ser Efrînê rexne dike

Gulan Media February 7, 2018 Nûçe
Ruhanî êrîşên Tirkiyê yên ser Efrînê rexne dike
Serokê Îranê Hasan Ruhanî dibêje ku êrîşên niha yên Tikiyê ser herêma Efrînê xizmeta berjewendiyên ti welatan li herêmê nake.

Malpera Seroktiya Îranê îro sêşemê hin gotinên Ruhanî weşandin. Ruhanî di axaftina telefonî ya ligel hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin de got ku aloziyên li Bakurê Sûriyê ne di berjewendiya ti kesan de ye. Ruhanî eşkere kiriye ku em hêvî dikin ku hemû welatên li herêmê rêzê li tenahî û serweriya Sûriyê bigirin. Em pêşwazî li geşteke nû ya gotûbêjên di navbera serokên Îran, Rûsya û Tirkîyê dikin.”

Ruhanî di berdewamiya axaftinên xwe de got: Divê hevkariya Îran, Rûsya û Tirkîyê bidome. Divê hevkarî, heta serkeftina dawiyê bi ser terorîstan de li Sûriyê berdewam be û pêş bikeve.

Basnews
Top