Pentagon: Ji Minbicê venakişin
Berdevkê Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) Erîc Pahon ji rojnameya Hurriyetê re axivî û got, ew hêvî dikin Tirkiye piştî Efrînê derbasî Minbicê nebe. Operasyona Tirkiyê ya li dijî Minbicê dikare şerê DAIŞê ji xeta xwe derxe.
Erîc Pahon tekez kir, ti pilaneke wan a di derbarê vekişandina ji Minbicê nîn e.
Erîc Pahon da zanîn, wan berî niha ji Tirkiyê daxwaza sînordarkirina operasyona Efrînê kiribû. Lewra ev operasyon dikare bibe sedem ku destkeftiyên piştî şerê DAIŞê ji destê wan biçe.
Berdevkê Pentagonê bibîr xist ku kîjan welat an jî rêxistinên çekdar ji şerê li dijî DAIŞê derkevin, Amerîka piştgiriya wan nake. Ev ji bo Tirkiyê jî û ji bo HSDê jî derbas dibe.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihandinû, operasyona wan a li dijî Efrînê dê heta Minbicê jî berdewam be.
K24
