Vatîkanê ji bo Erdogan çalakiyên Efrînê qedexe kirin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyp Erdogan bi serdanake fermî çû Vatîkanê. Civîna Erdogan û Papa Francis dest pê kir.
Berî serdana Vatikanê ya Recep Tayyip Erdogan li bajarê Romayê hemû çalakî û xwpêşandan bo heyama 24 saetan hatin qedexekirin.
Li gor ajansa AFP, li navenda Romayê bo heyama 24 saetan çalakiyên ji bo Efrînê û pirsên din hatine rawestandin, lê biryar e li cihekî nêzîkî Vatîkanê ji aliyê komeleyeke Kurdî ve bi beşdariya nêzîka 200 kesan çalakiyek bê sazkirin.
Wek Serokomarê Tikiyê piştî 59 salan cara yekem e ku Erdogan serdana Vatîkanê dike. Tê gotin ku sê hezar û 500 polîsên Îtalyayê dê Erdogan biparêzin.
Şanda ligel Erdogan ji hevjîna wî Emîne Erdogan, Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekcî, Wezîrê Berevaniyê Nurettîn Canîklî, Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Omer Çelîk, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak pêk tên.
Rudaw
