• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Kerkûk dagîrkirî ye û em pêşinyara dabeşkirina postan red dikin

Gulan Media February 5, 2018 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Kerkûk dagîrkirî ye û em pêşinyara dabeşkirina postan red dikin
Îro Duşemê 5/2/2018an, Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistan û serokê borda damezrêner a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mesrûr Barzanî, di dema beşdarîkirina wî di konfiransa Dezgehê de, bersiva pirsên rojnamevanan da û got: "Kerkûk bajarekî dagîrkirî ye û heya rewşa wî bajarî û hemû navçeyên dagîrkirî neyê asayîkirin, em li wan sîstem û mîkanîzmên ku hatine pêşinyarkirin ji bo birêvebirina wan navçeyan mikur nayên".

Mesrûr Barzanî di konfiransê de jî gotarek pêşkêş kir û balkişand ser kar û xizmetên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û got: "Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî maleke ji bo hemû kesan û berdewam e li ser alîkarîkirina mişext û ziyandîtiyan.

Herwiha Mesrûr Barzanî ji rojnamevanan re behsa kêşeyên di nav Herêma Kurdistan û Iraqê de kir û got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ji gotûbêjan re û em daxwaza bicîkirina mafên destûrî yên gelê Kurd li gorî madeya 140 ya destûra Iraqê dikin".

K24
Top