• Wednesday, 18 February 2026
logo

IMF: Divê Bexda 8 milyar dolar bide Herêma Kurdistanê

Gulan Media February 5, 2018 Nûçe
IMF: Divê Bexda 8 milyar dolar bide Herêma Kurdistanê
Sindoqa Navdewletî ya Dirav (IMF), daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kiriye ku divê ji butçeya 2018ê ya Iraqê 10 trîlyon dînar (8 milyar û 64 milyon dolar) bidin Herêma Kurdistanê. Endamekî Kurd ê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê jî wiha dibêje: “Eger hikûmeta Iraqê vê daxwazê qebûl neke, îtîbara Iraqê li ba Bankeya Navdewletî namîne.”



Şemiya borî (03.02.2018) parlamenter û serokên Fraksyonên Kurdistanî du caran ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiyan. Serokê Fraksyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî da zanîn ku bi 10 şêwazan daxwaza şandina meaşê fermanberên Kurdistanê ji Ebadî kirine, lê Ebadî gotiye heta hûrbînî neyê kirin nikare bişîne.



Derbarê mijarê de Serokê Fraksyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Erefat Kerem ji Rûdawê re got: “Me daxwaz ji Ebadî kirk u meaşê fermanberên Kurdistanê bide û herdu firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê jî bên vekirin, lê Ebadî got ku ez nikarim soz bidim.”



Erefat Kerem wiha axifî: “Sindoqa Navdewletî ya Dirav (IMF), daxwaz ji Ebadî kiriye ku ji butçeya 2018ê 10 trîlyon dînar (8 milyar dolar) wek pişka Herêma Kurdistanê bide. Dema min ji Ebadî pirsî hun çawa ligel IMFê kar dikin, ti bersivekî wî nebû.”



Neşandina wan pereyan ji aliyê Iraqê ve ku IMFê bo Herêma Kurdistanê destnîêan kiriye, dibe ku giran li ser Bexdayê bikev.







Li ser mijarê Endamê Fraksyona Tevgera Goran li Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Mesûd Heyder ji Rûdawê re got: “Eger Bexda pêbendê vê daxwaza IMFê nebe, ew butçeya Iraqê pesend nake û di warê aborî de îtîbara Iraqê namîne. Bi awayekî êdî kompanyayên mezin û bankeyên cîhanê jî nikarin ligel Bexdayê kar bikin.”



Heyder da zanîn ku Iraqê bo 2018an daxwaza 7 milyar dolar wek deyn ji IMFê kiriye û wiha pêde çû: “Salane Iraq deynê navdewletî werdigire. Eger Iraq pêbendê vê daxwaza IMFê nebe, dibe ku baca wê bo Iraqê giran be.”



Butçeya Iraqê ya sala 2018ê ku 88 milyar dînar e, ji ber nakokiyên siyasî û nerazîbûna Kurdan ku Bexdayê ji dêlva ji sedî 17 ji sedî 12.67 diyar kiriye, heta niha ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve nehatiye pesendkirin. Lê Parlamentoya Iraqê guh nade parlamenterên Kurd û heta niha du caran li ser butçeyê civiya ye.


Rudaw
Top