• Wednesday, 18 February 2026
logo

Ji bo piştgîriyê, Welatiyên Cizîrê ber bi Efrînê birê dikevin

Gulan Media February 5, 2018 Nûçe
Ji bo piştgîriyê, Welatiyên Cizîrê ber bi Efrînê birê dikevin
Di roja 16mîn de ji operasyona leşkerî ya li dijî bajarê Efrînê û ji bo piştgiriya xelkên Efrînê, hejmarek ji xelkên devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê ji bajarê Dêrikê ta bi Serê Kaniyê ber bi bajarê Efrînê ve çûn. Welatî dibêjin ku di riya vê çalakiyên re dixwazin nameyekê ji tevaya cîhanê re bişînin ku Efrîn ne bi tenê ye.

Wekî piştgiriyekê ji xelkên Efrînê re, herweha ji bo bilinkirina moralên wan, bang li xelkên devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê hate kirin ku ber bi Efrînê ve biçin û li kêleka wan bi sekinin. Li gorî hevrêzên çalakiyê, armanca wan ku dengê xwe bighînin tevaya cîhanê ku xelkên Efrînê ne bi tenê ne û şerm e ta niha ev bê dengî li hemberî şerê ku li dijî kesên sivîl tê bi kar anîn.

Li gorî komîta amadekar, tevlî ku riyên ber Efrînê ve girtî ne û zehmetî jî heye, lê ev çûna ber bi Efrînê ve dê bibe mîna hewldanekê ku dorpêça Efrînê bête şikandin. ji ber wê 15 otomobîl ji Qamişlo û derdorên wê dê li gel xelkên Amûdê û Serê Kaniyê berê xwe bidine Efrînê daku nameya xwe bighînin tevaya cîhanê.

K24
Top