Nêçîrvan Barzanî ji bo lihevkirinê dê serdana Bexdayê bike
Jêderekî ji civata Wezîrên Herêma Kurdistanê taybet ji bo WAARê ragihand; Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê li demekê nêz de seredana Bexdayê bike û digel Heyder ‘Ebadî serokwezîrê Îraqê kom bibe.
Diyar jî kir: Ev seredan dê berdewamîdan be bi gotûbêjên digel hikumeta Îraqê ku berîya demekî dest pê kirîne .
Li gorî agahîyên WAARê seredana Nêçîrvan Barzanî ji bo Bexdayê, wê rêkeftin û lêtêgihiştinê bi xwe re bîne, li ser pirsgirêkên rêvebirina derîyên sînorî û balafirxaneyan û mûçeyên fermanberan”.
Li naverasta meha derbazbûyî Nêçîrvan Barzanî seredana Bexdayê kir û piştî kombûna xwe li gel Heyder ‘Ebadî , bi seredanekê gehişte Tehranê û paşan li Davos carekadin li gel ‘Ebadî kombû û li ser nexşerêyekê ji bo çarekirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê rêketin.
Kerîm Şingalî wezîrê Navxwe yê hikumeta Herêmê berîya niha ragehand bû, Hewlêr û Bexdayê 4 rêkketin li dor kêşeyên navbera xwe kirîne û çaverêyî îmzakirinê ne.
Waar.tv
