Îraqê êrişa Tirkiyê li ser Efrînê şermizar kir
Wezareta Derve ya Îraqê di daxuyanîyekê da ji zarê Îbrahîm Ce’ferî, wezîrê Derve yê Îraqê ragihand: Bexda êrişa ser ‘Efrîna rojavayê Kurdistanê ji alîyê supayê Tirkiyê bi piştevanîya hêzên opozisyona Sûrî ve qebûl nake û dest werdana Enqereyê li Sûrîyê bi giştî jî red dike.
Da zanîn jî: Her çende Îraq dixwaze peywendîyên xwe li gel cîrana xwe ya Tirkiyê bi parêze, lê maytêkirina her welatekî li Sûrîyê yan welatekî din zêdegavîye û nahê qebûlkirin.
Waar.tv
