Parlamenterek nêzîk Ebadî: Nêçîrvan Barzanî dê serdana Bexda bike!
Endamê encûmena nûnerên Iraqê Ebas Beyatî ku wek kesek nêzîk serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tê zanîn, ji K24ê re ragehand: ‘’Li gor zanyariyên min serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê serdana Bexda bike û em pêşwaziyê li wê serdanê dikin. Berî naha jî hevdîtina Ebadî û Barzanî pêkhat û di hevdîtinê de pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin guftûgo kirin û hevdîtinên pêş bê guman li gel xwe dê rêkeftin û li yek têgeheştinê bîne. Bi taybet guftûgo li ser rêkirina mûçeyên fermanberên herêma Kurdistanê, vekirina balefirgehan û xalên sînorî jî dê bê kirin.’’
Ebas Beyatî got: ‘’Serdana Nêçîrvan Barzanî ya dema pêş wek dirêjeya guftûgoya di navbera Ebadî û Barzanî ye, ku berî naha pêkhatibû. Ji ber vê jî pêwîste hewl bê dayîn ku heta ji dest bê pirsgirêk bên çareser kirin.’’
Basnews
