• Wednesday, 18 February 2026
logo

Itilafê hin kiryarên Operasyona Efrînê şermezar kir

Gulan Media February 3, 2018 Nûçe
Itilafê hin kiryarên Operasyona Efrînê şermezar kir
Itîlafa Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê hemû binpêkirinên ku, di mafê mal, şervan û sivîlan de li Efrînê tên kirin şermezar kir.

Di beyanameyekê de Itîlafa Niştîmaniya Opozisyona Sûriyê got, li Efrînê hin wêneyên sivîl û şervanan, ligel bêrêziya beramberî terman û leyîstika bi wan ve hatine belav kirin. Hin kiryarên nemirovî, mîna diziya malên Kurdên Êzdî, şewitandina malên sivîlan li Efrînê û derdora wê hatine kirin û ew kar ji aliyê hin pêkhateyên leşkerî ve hatine kirin. Pêwist e yekser lêkolîn were kirin û tawankar werin girtin.

Di beyanameyê de Itîlaf karên bi wî rengî şermezar kir û da zanîn, ew li dijî her kiryarekî bi vî rengî ne û nabe sivikatî bi sivîl, şervan û dîl an re were kirin. Banga rêzgirtinê li tevahiya pêkhat, ol û netewên deverê kir û dûr bûn ji her karekî, ku rê bide şerekî Kurdî -Erebî li wê deverê rû bide.

K24
Top