Helwêsta parlementerên Almanyayê li ser rewşa Efrînê
Peyamnêrê Rûdawê Zinar Şîno ragihand ku Parlementoya Federal a Almanyayê ji bo gotûbêjkirina mijara Efrînê demeke bi dirêjahiya saetek diyar kiriye.
Parlementerên Almanyayê ku ji bo mijara Efrînê civiyabûn, daxwaz kirin ku operasyona "Çiqlê Zeytûnê" demildest were rawestandin.
Herwiha hin parlementerên Almanyayê ji bo nîşandana piştgiriya xwe ya bo Efrînê şala kesk û sor û zer lefandin ser stûyê xwe.
Hevseroka Partiya Çep a Almanyayê Katja Kipping, Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel û Wezîrê Derve Sigmar Gabriel bi bêdengbûna li hember operasyona Tirkiyê ya ser Efrînê tawanbar kir û got ku "bêdengbûn tê wateya çogtewandinê".
Di pêşniyara Partiya Kesk de hatiye diyarkirin, ku divê hikûmet hewl bide li bakurê Sûriyê şer û pevçûnên navbera artêşa Tirkiyê û hêzên Kurdî bide sekinandin.
Herwiha Partiya Kesk ji Yekîtiya Ewropayê jî daxwaz kir ku helwêsteke siyasî nîşan bidin û piştgiriya ku ji Tirkiyê re tê dayîn were rawestandin.
Partiya Kesk di pêşniyara xwe de tekezî li ser wê yekê jî kir ku divê hikûmeta Almanyayê firotina çekan bo Tirkiyê bide sekinandin.
Parlementerên Sosyal Demokrat ragihandin ku êrişa Tirkiyê ya li ser Efrînê li dijî mafên mirovan e û yasayên navdewletî binpê dike.
Parlementerê Frakisyona Alternatîv Rudiger Lucassen diyar kir: “Armanca operasyona Tirkiyê, ne jinavbirina şervanên Kurd e, ew xelkê wê navçeyê dikin armanc.”
Rudiger Lucassen di axaftina xwe de got: “Mijara me, ne mijara nûkirina panzêrên Artêşa Tirkiyê ye ji aliyê Almanyayê ve, ku hemû parlementerên rêzdar behsa wê kirin, lê mijara me ew e ku bi çi mafî welatekî wek Tirkiyê dest bi operasyoneke bi navê Çiqlê Zeytûnê dike, armanca vê operasyonê, ne jinavbirina şervanên Kurd e, ew xelkê wê navçeyê dikin armanc, ne merc e ku em xwedî fikreke mezin bin heya em bizanibin ku ev siyaseta Tirkiyê ya bi dirêjahiya 30 salan a dîroka wê ye, him li navxweyiya wî welatî, him jî li welatên cîran ên Tirkiyê.”
Roja 20ê Çileya 2018an Artêşa Tirkiyê dest bi operasyona ser Efrînê kir û navê "Operasyona Çiqlê Zeytûnê" lê kir. Heta niha di operasyonê de ji ber topbaran, bombebaran û şer û pevçûnên navbera Artêşa Tirkiyê - Artêşa Azad a Sûriyê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji herdu aliyan gelek kes bûne qurbanî. Di nav wan de gelek welatiyên sivîl jî hene.
Rudaw
