• Wednesday, 18 February 2026
logo

Heşdî Şeibî gundeke sînorê Xurmatû topbaran kir!

Gulan Media February 1, 2018 Nûçe
Heşdî Şeibî gundeke sînorê Xurmatû topbaran kir!
Milîsên Heşdî Şeibî şeva borî careke din gundeke sînorê bajarê Xurmatû hewanbaran kir.

Li gor zanyariyên BasNewsê derengê şeva borî 31.01.2018ê milîsên Heşdî Şeibî li sînorê bajarokê Amirlî ya ser bi Xurmatû topbaran li ser gundê Belgane pêkanî.

Berî naha jî milîsên Heşdî Şeibî bi bahaneya hebûna hêzên nenas ve bombebarana sînorê derdora wan gundan kiribû.

Li gor hin çavdêran armanca wan topbaranan li sînorê gundên Dawude bo tir û xof ava kirina li ser gundiyan û koçberên Xurmatû ye, ku beşek ji wan naha li wan gundên navçeya Dawude ya ser bi Xurmatû bicîh bûne.

Berpirsê ragehandina qaymeqamiya Xurmatû yê bere Mihemed Fayêq di tora xwe ya facebookê de ragehand: ‘’Demjimêr 11:40 de şeva borî 31.01.2018ê topxaneyên artêşa Iraqê gundê Pelkane topbaran kirin.’’

Rudaw
Top