YPG: Li Bilbilê 15 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Çavkaniyekê ji gundê Meydankê ji Rûdawê re da zanîn ku şeva çarşemê li ser pêncşemê, balafirên şer ên Tirkiyê rojavayê gundê Meydankê bombebaran kirine.
Çavkaniyê diyar kir ku bombebaran gelekî nêzîkî malên gundiyan bû, lê ti zerar û ziyanên mezin negihaştine wan malan. Derbarê rewşa meydanî de, heman çavkaniyê da zanîn ku li devera Bilbilê şerê dijwar li derdora her du gundên Zehrê û Elî Kero derketine.
Li gor medya nêzîkê YPGê jî, şevê din şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajarokê Bilbilê bersiva êrîşên Tirkiyê dane û di encam de 15 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
Bi gotina çavkaniya Rûdawê, hêzên êrîşker ji her du gundan hatine derxistin, lê di eniyeke din re, çekdarên opozisyon û hêzên Tirkiyê gihane geliyê Uka, di navbera Bilbil û Qestelê de, û şer jî li wir dijwar e.
Her derbarê rewşa dawî de, çavkaniyeke taybet ji herêma Efrînê ji Rûdawê re got ku gundên Şingêlê, Bîbaka û gundê Xelîl ketine destê hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê.
Heman çavkaniyê diyar kir ku piştî Çiyayê Parsê, gundê Qestela Cindo jî ketiye destê çekdarên opozisyonê û gund hatiye talankirin.
Lê Rojnamevan Mihemed Billo ji herêma Efrînê, li ser rûpela xwe belav kiriye, ku gundê Qestela Cido û beşek ji çiyayê Parsê ji destê çekdarên girêdayî Tirkiyê hatiye derxistin.
Li Devera Şêrawa jî, balafirên Tirkiyê şeva çarşemê li ser pêncşemê, her sê gundên Basûfan, Başimra û gundê Mezin ku êzdînişîn in bombebaran kirine.
Hêzên HSD ragihandin, ku şervanên wan operasyonên taybet li gundê Xelîl, derdora Şingêlê, gundê Bûkê û Elî Kare li dijî hêzên Tirkiyê û çekdarên bi ser ve encam dane û zer û ziyaneke mezin gihandine wan.
Artêşa Tirkiyê ji 20ê Çileya 2018ê ve bi alîkariya çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê dest bi êrişeke berfireh bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Rudaw
