• Wednesday, 18 February 2026
logo

Senatorên Fransî ji bo Efrînê banga alîkariyê ji hikûmeta Fransa kirin

Gulan Media January 31, 2018 Nûçe
Senatorên Fransî ji bo Efrînê banga alîkariyê ji hikûmeta Fransa kirin
Komek senatorên Fransî bang li hikûmeta Fransa kirin dengê xwe li dijî êrişên artêşa Tirkiyê yên li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bilind bike.

Ev 12 roj in artêşa Tirkiyê û çeteyên wê bi hemû hêza xwe êrişî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dikin. Heta niha zêdetirî 100 kesên sivîl hatine kuştin û zêdetirî 200 sivîl jî birîndar bûne.

Li gorî ajansên nûçeyan, 21 senatorên Fransî ji hikûmeta welatê xwe xwestine ku piştevaniya kurdên Sûriyê bike.Di banga senatorên Fransî de hatiye gotin ku dem hatiye ev bêdengiya civaka navdewletî li hemberî êrîşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê bi dawî were.

Senatorên Fransî her wiha daxwaz kirine ku Parîs dengê xwe li dijî êrişên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê bilind bike û bandora xwe di Encûmena Asayişa Navdewletî û Ewropayê de bikar bîne û wan êrişên dijminane bide sekinandin.

Senatorên Fransî di banga xwe de ku duhî hatibû belavkirin, dane zanîn ku kurdên Sûriyê û hêzên Pêşmerge yên Kurdistana Iraqê baştirîn hevpeymanên Fransa û hevpeymaniya navdewletî bûn di şerê dijî DAIŞê de.

Basnews
Top