• Wednesday, 18 February 2026
logo

Berpirseke leşkerî ya Amerîkî: Tirkiye di rewşeke aloz de ye

Gulan Media January 31, 2018 Nûçe
Berpirseke leşkerî ya Amerîkî: Tirkiye di rewşeke aloz de ye
Ji 20ê vê mehê ve operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê li ser Efrînê berdewam e û li gor zanyariyên medyayî, Amerîka ji ber dirêjahiya êrîşa li ser Efrînê hişdarî daye Tirkiyê.

Malpera “World Top” a Amerîkî li ser zarê berpirsê Asayişa Niştimanî û Leşkerî ya Amerîka belav kir, Tirkiye di rewşeke aloz de ye, lê pêşwîst e çavê wê li ser bidawîanîna DAIŞê be.

Peyvdara bi navê Wezareta Bergîriyê yê Amerîka (Pentagon) Dana White ragihand, “Me ji Tirkiyê re got ku em dixwazin operasyona leşkerî sînordar be.”

Peyvdara bi navê Pentagonê tekez kir, Amerîka berdewam kar li ser wê yekê dike, ku girîngî û bayixdan bi şerê DAIŞê û şikandina wê ya yekcarî li Sûriyê be.”

Got jî: “Tirkiye take endama NATOyê ye ku çalakiyên wê li dijî welatekî de hene. Em berdewam hevkar bûne ji bo jinavbirina hin gefên li ser wê.”

Herwiha got: “Nîgerandiyek derbarê êrîşa Tirkiyê heye, êrîşê esmanî jî eger e bibin sedema dirustbûna metirsiyê li ser giyanên leşkerên Amerîkî.”

Artêşa Tirkiyê ji 20ê Çile ve bi topxane û firokeyên şer dest bi operasyona li ser Efrînê kiriye, ta niha hejmareke mezin ji welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûne.

K24
Top