Wezîrê berevanî yê Tirkiyê: Qet ziyan negihiştiye sivîlan
Canikli diyarkir: “Gotina terorist beramberî Artêşa Azad a Suriyê cehalet e, nezanîn e. Operasyon ligor planên me birêve diçe. Rêxistina terorê bi mûşekan êrîşî mizgeftan û sivîlan dike.
Heta niha ziyan negihiştiye sivîlan. Li herêmê heta ku teror biqede, dê Operasyona berdewam bike.”
Duhî Desteya Cîbicîkar a herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê ragihandibû ku, di Operasyona Tirkiyê hemberî Efrînê de 100 sivîlan jiyana xwe jidest da ye û 200 sivîl brîndar bûn e.
Basnews
