Li Efrînê rewşa herî dawî: Li Raco, Şiyê û Cindirêsê şer giran e
Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê di yazdehemîn roja êrişa ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê de, êrişên xwe zêdetir û dijwartir kirine.
Li gorî zanayariyên ji Efrînê ve, Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê îro dest bi êrişeke mezin bo ser navenda bajarokê Raco û herwiha gundên derdora wê kirine. Li gorî wan agahiyan, Artêşa Tirkiyê bi giranî navenda Raco topbaran dike û di êrişên îro de bi dehan gulleyên topê li navenda bajarokê Raco ketine.
Herwiha Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê li derdora Raco jî dest bi êrişeke bejayî kirine. Çavkaniyên YPGê ragihandine, ku li gundê Kevirê Reş ku ser bi Raco ve ye, şerekî giran di navbera şervanên YPG/HSD û hêzên Tirkiyê de derketiye.
Artêşa Tirkiyê di êrişên xwe de herwiha tankan jî bi kar tîne.
Medyaya nêzîkî YPGê jî ragihandiye, ku êrişên Artêşa Tirkiyê bo ser bajarokê Şiyê jî didomin û li gundê Xelîl şerekî giran di navbera şervanên YPG/HSD û hêzên Artêşa Tirkiyê de derketiye ku heta niha berdewam e.
Ji aliyekê din ve firokeyên şer ên Tirkiyê jî li ser esmanê herêma Efrînê difirin û herêmê bombebaran dikin.
Herwiha li gorî ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê, firokeyên artêşa wî welatî îro belavokek bi 3 zimanên Kurdî, Tirkî û Erebî avêtin xwarê û li ser xelkê herêmê belav kirin.
Medyaya fermî ya hikûmeta Tirkiyê ragihandiye, ku di wan belavokan de ku bi navnîşana Ji xwişk û birayên me yên Efrînî re dest pê dike, tê gotin, ku “PKK, PYD, YPG û DAIŞ li dijî cîranê xwe çek hildane û mizgeftan xera dikin û divê dawî bi wan were anîn”.
Herwiha di wan belavokan de hatiye gotin, “Efrîn ya xelkê Efrînê ye, ber bi rojên aştî, sihet, aramî, bawerî û bereketê ve.”
Ji aliyekê din ve YPGê ragihandiye, kontrola gundê Hemamê yê ser bi bajarokê Cindirêsê ve vegerandiye bin desthilata xwe, ku pêr ji aliyê hêzên Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê ve hatibû kontrolkirin.
Roja 20ê Çileya 2018an Artêşa Tirkiyê dest bi operasyona ser Efrînê kir û heta niha ji ber topbaran, bombebaran û şer û pevçênên navbera Artêşa Tirkiyê-Artêşa Azad a Sûriyê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji herdu aliyan gelek kes bûne qurbanî.
Rudaw
