• Wednesday, 18 February 2026
logo

Zanyariyên dawî: Hêzên YPGê li çiyayê Bersaya mane

Gulan Media January 28, 2018 Nûçe
Zanyariyên dawî: Hêzên YPGê li çiyayê Bersaya mane
Operasyona artêşa Tirkiyê û hêzên girêdayî wê bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dikeve roja dehem. Li çiyayê Bersaya jî şer û pevçûnên dijwar diqewimin û topxaneyên Tirkiyê jî navçeyê topbaran dikin.



Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Şewket Herkî ji Kilîsê ragihand ku ji derengê şeva borî û heta vê sibê Kilîs û derdora wê aram e û dengê topbaran û bombardimanê nehatiye bihîstin.



Roja Yekşemê (28.01.2018), di nehem roja operasyona ser Efrînê de li nêzîkê Kilîsê şerekî dijwar derket, bi taybetî li girî Qestelê ku beşek e ji çiyayê Bersaya. Êrîşa artêşa Tirkiyê saet 09:00ê sibehê dest pê kir û heta derengê şeva borî topbaran û bombardiman her berdewam bû.



Li gor berpirsên Tirkiyê, çiyayê Bersaya hatiye kontrolkirin, lê li gor zanyariyên Rûdawê yên xwecihî, hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser wî çiyayî mane û eger heye ku îro jî operasyon bo ser çiyayê Bersaya bê kirin, herçiqas hinek navçeyên derdora çiyê ji aliyê Tirkiyê ve hatibin kontrolkirin, bi taybetî deverên nêzîkê bajarê Kilîsê.



Li aliyê din tevgera leşkerî ya artêşa Tirkiyê û veguhestina tank û zirxpoşan di Deriyê Sînor ê Oncupinarê ve ber bi aliyê Sûriyê berdewam e û tank û top li derdora Ezazê tên bicîh kirin.



Çiyayê Bersaya dikeve rojhilatê Efrînê nêzîkê Ezazê. Raserî Deriyê Sînor ê Bab Selame ye ku li aliyê Bakurê Kurdistanê jî jêre dibêjin Oncupinar û cihekî stratejîk e. Ji destpêka operasyona Efrînê ve ku dikeve roja dehem, yekem cih e ku artêşa Tirkiyê kontrolkirina wê ragihandibe.

Rudaw
Top