• Wednesday, 18 February 2026
logo

Bexda mûçeyê wezareta perwerde û tendirustiyê xerc dike

Gulan Media January 29, 2018 Nûçe
Bexda mûçeyê wezareta perwerde û tendirustiyê xerc dike
Hikûmeta Iraqê razî bûye, berî bidawîbûna karên komîteyên hûrbîniyê di lîstên fermanberên herdu wezaretên navhatî de, mûçeyê mehekê ji herdu wezaretan re bişîne.

Rêvebira giştî ya pilandanînê di wezareta tendirustiya Herêma Kurdistanê de Viyan Caf ji Kurdistan24ê re got: "Piştî ku di civînên berî niha de, daxwaz ji şanda Bexdayê hat kirin ku weke niyet pakî, mûçeyê mehekê yê fermanberên wezaretên perwerde û tendirustiyê bişîne, îro Bexdayê pêwendiyê bi me re kir û diyar kirk u ew amade ye mûçeyê mehekê yê fermanberên wan herdu wezaretan bişîne".

Ev yek di demekê de ye, ku niha şanda Hikûmeta Iraqê bi armanca hûrbîniyê di lîsta fermanberên wezaretên perwerde û tendirustiyê de serdana parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmanyê kirye û dest bi karên hûrbîniye.

K24
Top