NY Times: Rojeva Medya Tirk bûye nîjadperestiya serbazî
Ligor NY Times, “Medya Tirk a ku bi berferehî piştgirê hukimetê ye, nîjadperestiya serbazî kiriye rojeva xwe ya sereke û bi awayekî dilgerm nûçeyên weha dike manşetên xwe”.
NY Times herweha diyar dike ku, Opozisyon li Tikriye ketiye rewşek bêdengiyê, kesên ku liser sosyal medya jî rexne li siyaset û kiryarên hukimetê digrin, tên desteserkirin û girtin.
Karsazên bajarê Kilis, ku nêzîkî Suriyê ye ji NY Times diyar dikin ku, hêvîdar in di encama Operasyonên Tirkiyê li Suriyê, penaberên ji Suriye vegerin welatê xwe.
K24
