ENKSê bersiva tohmetên PYDê da
Çend roj berê PYDê ENKS bi wê yekê tohmetbar kiribû ku çekdarên wê bi hêzên Tirkiyê re li dijî Efrînê şer dikin.
ENKS di daxuyaniyekê de bersiva tohmetên PYDê da û ragihand, tohmetên PYDê rast nînin û tenê dikevin xizmeta dijminên gelê kurd.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ti çekarekî wan li Sûriye û Tirkiyê nîne û hêzên wan jî tevlî şerê Efrînê nebûne.
Basnews
