Serok Barzanî: Rêfrandom şaşî nebû û Kerkûk ya dagîrkiriye
Barzanî di hevpeyvînê de got, “Biryara referandûmê ne ya şexsekî yan partî û grûbekê bû, biryara gelê ku 93%ê dengê belê daye bû. Referandûm ne sûc ne jî kujerî bû. Mafê herî demokratîk ê gelê rastî zilmê hatiye bû. Ji vê ti caran poşmaniya nabim.”
Barzanî di berdewamê de destnîşan kir, “Gotina kurd nabin yek, beriya referandûmê jî dihat gotin, lê gelê kurd bi dengê 93% ev derew derxist.”
Li ser nebûna piştgiriya navdewletî jî Barzanî got, “Amerîka û civaka navdewletî ti bijardeyeke din li cihê referandûmê pêşkêş nekirin.”
Serok Barzanî: Hêrişa Efrînê gelek dilgiran kirim
Barzanî li ser êrîş û operasyona Tirkiyê ya Efrînê jî bibîr xist ku şer ne çareserî ye û daxwaza rawestandina şer kir.
Li ser şandina pêşmerge bo Efrînê jî Barzanî diyar kir, “Şandina pêşmerge pirsgirêkan çareser nake, baştirîn piştgirî ew e ku hewla bidawîbûna êrîşan bikin.”
