• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mevlut Çavuşoglu: Êriş dê heta Şingal û Qendîlî biçin

Gulan Media January 27, 2018 Nûçe
Mevlut Çavuşoglu: Êriş dê heta Şingal û Qendîlî biçin
Wezîrê Derveyê Tirkiyê ragihand; Êrişa wan bi hemahengîya çekdarên opozisyona Sûrîyê li ser ‘Efrînê, dê heta Şingalê û Qendîlî li Herêma Kurdistanê jî vebigire
Mevlut Çavuşoglu di gotarekê da li bajarê Entalya li başurê Tirkiyê ragihand; Li her cihekê gef li ser Tirkiyê hebin ew dê berhingarî wan gefan bibin, Tirkiyê jî armancên mezin hene û dê bi cih bînin.
Mevlut Çavuşoglu: Êriş dê heta Şingal û Qendîlî biçin got: Hinek welatan daxwaz kirîye êrişa li ser ‘Efrînê sinordar be, daxwaza wan welatan jî bo Tirkiyê çu biha nîne.
Wezîrê Derveyê Tirkiyê amajekir gefên li ser Tirkiyê ji ‘Efrînê bihên yan jî ji Şingalê, Qendîlî, Minbicê yan jî ji rojhelatê Furatî, Tirkiyê dê berhingarî wan gefan bibe.
Mevlut Çavuşoglu ragihand; Tirkiyê armancên mezin hene û dê bicih bînin, asteng jî li himberî wan hene û dê bi hemû şîyanan kar ji bo rakirina wan astengan biken.

Waar.tv
Top