• Wednesday, 18 February 2026
logo

Tirkiye: Amerîka soz daye nema çekan radestî YPG bike

Gulan Media January 27, 2018 Nûçe
Tirkiye: Amerîka soz daye nema çekan radestî YPG bike
Li gorî medya Tirktî, peyvdarê serokatiya Tirkiyê Ibrahîm Kalin û şêwiremendê ewlehiya netewî ya Amerîka Herbert Mcmaster, di pêwendiyeke telefonî de, tekezî li ser rawestandina biçekkirina rêxistinên Kurdî kirine û herdu aliyan behsa hestiyariya Tirkiyê li ser wê yekê kirine.

Li gorî medya Tirkiyê, di wê pêwendiyê de jî, Kalin ji Mcmaster xwestiye, ku welatê wî hestiyariya Tirkiyê û ewlehiya wê bigiringî bistîne.

Herweha behsa wê yekê jî hatiye kirin, ku pêwîst e hevrêzî di navbera herdu aliyan de hebe, daku ti têgihiştinên şaş di nav wan de çênebin.

K24
Top