Murat Karayilan Xweragiriya Efrînê ji bo hemû Kurdan şanaziye
Karayilan ragihand; Tirkiyê li ‘Efrînê şkestin xwarîye û xweragrîya ‘Efrînê cihê şanazîyê ye ji bo hemû Kurdan û şervanên Kurd bi awayekê weha berisva êrişên supayê Tirkiyê daye ku ne tenê ji bo ‘Efrînê belku ji bo hemû gelê Kurd û hêzên azadîxwazên deverê cihê şanazîy ne.
Got jî: Gelê ‘Efrînê di gava xwe ya yekê da li hember welatekê mezinê wek Tirkiyê ku duyem hêza Natoyê ye serkeftin anîye.
Herwesa Karayilan hemû daxuyanyên berpirsên Tirkiyê li dor ‘Efrînê bi ne rast navkirin û ragihand; Daxuyanên wan tenê bangeşene, ji berku hemû alî di zanin ku supayê Tirkiyê her ji destpêka operasyona ‘Efrînê ne pêşveçûn kirîye, ne jî serkeftin bi dest xistîye.
Waar.tv
