• Wednesday, 18 February 2026
logo

Îranê li ser Efrînê dîsa hişyarî da Tirkiyê

Gulan Media January 27, 2018 Nûçe
Îranê li ser Efrînê dîsa hişyarî da Tirkiyê
Îranê dîsa li ser êrişa artêşa Tirkiyê li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hişyarî da Tirkiyê.

Ev 8 roj in artêşa Tirkiyê bi hemû hêza xwe êrişî Efrînê dike. Heta niha gelek sivîl hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Wezîrê berê yê berevaniya Îranê Ehmed Wehîdî li ser operasyona Efrînê gotiye, hebûna ne rewa ya Amerîka sebeba serekî ya wê aloziyê ye. Amerîka dixwaze Sûriyê parçe bike ji ber wê jî rewşa wî welatî aloz dike.

Ehmed Wehîdî hişyarî daye Tirkiyê jî û gotiye, divê Tirkiyê jî hesasiyetan li ber çavan bigire.

Çend roj berê Îranê daxwaz ji Tirkiyê kiribû êrişên li ser Efrînî bi dawî bîne.

Basnews
Top