Li Davosê Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî civiyan
Di civînê de ku, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr û şandeya pê re amade bûn, pêşhatên dawiyê yên civînên komîteyên her du hikûmetan; hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa Federal gotûbêj kirin û tekîd li ser berdewamiya karên komîteyan ji bona çareserkirina pirsgirêkan hat kirin.
Her du aliya pabendiya xwe bi diyalog û çareserkirina hemû arîşeyan li gor destûra Îraqa Federan dupat kir.
Pirsa neftê û pirsgirêkn di vî warî de di civînê de hatin behis kirin û biryar hat dan ku her du wezaret; wezareta neftê ya Îraqê û wezareta samanên xwezayî ya Herêma Kurdistanê li ser çewaniya hirdekirina wê nefta demeke hinrdekirina wê hatiye rawstandin, bicivin û bigihin rêkeftinekê.
