Nêçîrvan Barzanî tevî Raşid Xenûşî civiya
Di civîna bi berhev bûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr behsa dawîn rewşa Îraqê, deverê, tîkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Îraqa Federal û her wiha hewlên çareser kirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kir.
Her du aliyan pêdagirî li ser berfireh kirina têkiliyên Tunisê tevî Herêma Kurdistanê û Îraqê kirin, bi taybetî li warê abûrî û bazirganî û bo vê yekî jî pêdagirî li ser pêwîstiya vekirina konsulxaneya Tunisê li Hewlêrê kirin.
Li dawiyê jî bal kişandine ser rewşa rojhilata navîn û diyaloq bi baştirîn rê ji bo çareser kirina pirsgirêkên vê deverê dane zanîn.
