Serokwezîr Barzanî li gel Şahê Urdinê dicive
Li gor K24ê, biryare îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şahê Urdinê Şah Ebdulah li Davosê bicivin.
Duh Forma Aborî ya Cîhanê li Davosê bi beşdariya 70 serok, serkirde û sermayedarên cîhanê ve dest pê kir. Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî beşdarî formê bûye û biryar e hin hevdîtinan ligel serok û serkirdeyên cîhanê bike.
Di civînê de pêşhateyên dawî yên navçeyê, peyvendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çend pirsên din gotûbêj dikin.
Basnews
