HSDê bîlançoya şer a çar rojan aşkera kir!
HSDê da zanîn, duh ji danê sibê ve artêşa Tirkiyê navçeya Cindirêsê bi çekên giran topbaran kir û 4 sivîl ku di nava wan de jin û zarok jî hene jiyana xwe ji dest dan û 14 sivîl jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûrî hewil dan bilindahiyên navçeya Reco li aliyê gundê Qude ve kontrol bikin, lê hêzên wan ew êrîş têkşikandin, wesayîteke leşkerî rûxandin û 6 çekdar kuştin.
Li gundê Umera jî şer û pevçûn di navbera hêzên wan û çekdarên Artêşa Azad a Sûrî de derket, di encamê de tankek hat têkşikandin û hemû çekdarên têde hatin kuştin.
Li gundê Hemamê jî şer û pevçûnên giran qewimîn û hêzên wan ew êrîş jî têkşikadin. Li girê Qestelê jî êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûrî hat şikandin.
Di şer û pevçûnên li gundê Umera ya navçeya Mabeta de jî 24 çekdarên Artêşa Azad a Sûrî hatin kuştin.
HSDê ji raya giştî ya cîhanê xwest ku rêxistinên mirovî û komîteyên mafên mirovan ki ku van erîşan şermezar bikin
Basnews
