Efserekê Amerîkî: Amerîka razî nabe hêza serbazîya Kurdan li ser destê Tirkiyê jinav biçe
Rîk Frankona, şrovekarê serbazî yê tora CNN, xwandinek ji bo êrişa Tirkiyê li ser ‘Efrînê kir û ragihand; Bakurê Sûrîyê devereka baş nebû ji bo DAIŞê û ew rêkxistin jê hatîye derxistin, armanca êrişa Tirkiyaê jî bi tenê Kurdin, tirseka mezin jî ji damezrandina devereka otonomî ji bo Kurdan heye ya weku Herêma Kurdistanê.
Li dor egerê pevçûna wan hêzên şerê DAIŞê kirî, Rîk Frankona eşkera kir; Eger hene ew gropên şerê DAIŞê kirî di nava xwe da bi şer biçin, ji berku xala komkirina wan nemaye.
Got jî: Rewş dê aloztir lê bê, ji berku yarîkerên mezin yên weku Rûsyayê hatîne ser xet, bi dûr jî zanî Amerîka razî bibe, hêza serbazîya Kurdan li ser destê Tirkiyê jinav biçe.
Efserê xanenşînê Amerîkayê gotîye: Delîve heye bakurê Sûrîyê bibe meydana şerekê mezin di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de.
