• Wednesday, 18 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê 2 gule avête Qamîşlo

Gulan Media January 24, 2018 Nûçe
Artêşa Tirkiyê 2 gule avête Qamîşlo
Artêşa Tirkiyê Îro danê sibê taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo bi 2 guleyên Hawinê topbaran kir.

Îro demjimêr 8 sibehê artêşa Tirkiyê taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo bi 2 guleyên Hawinê topbaran kir. di encamê de ti ziyanên canî nebûn, lê xaniyek wêran bû.

Tê zanîn, duh artêşa Tirkiyê bi çend gulayan gundên Hazirî, gundê Şorik û gundê Cirnikê yên Amûdê jî topbaran kiribûn.

Herwiha li Serê Kaniyê jî leşkerên Tirk gule bi ser xaleke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) berdabûn û di encamê de 3 kes birîndar bûbûn.

Ev yek di demekê de ye, ji roja 20ê vê mehê ve artêşa Tirkiyê operasyona li dijî herêma Efrînê ragihandiye û gundên Efrînê topbaran û bombebaran dike.
Top