• Wednesday, 18 February 2026
logo

Tirkiye hewl dide li gel Iraqê operasyonek ser Şingalê pêkbîne!

Gulan Media January 24, 2018 Nûçe
Tirkiye hewl dide li gel Iraqê operasyonek ser Şingalê pêkbîne!
Çapemeniya giştî behs dikin ku Tirkiye hewl dide bi hemahengiya li gel Iraqê ve operasyonek bo ser binkeyên PKKê li Şingalê pêkbîne, fermandarek Pêşmerge jî nîgeraniya xwe li hember vê yekê radigehîne.

Piştî ku çapemeniya Iraqê gotegota wê yekê belav kirine ku hewldanek heye ji aliyê Tirkiyê ve bo ku bi razîbûn û hemahengiya li gel Iraqê, operasyonek li ser Şingalê pêkbîne, berpirsê operasyonên Pêşmerge yê fermandariya Şingalê Qasim Derbo ji BasNewsê re ragehand, ew ti demekê ne li gel wê yekê ne ku Şingal bibe qada şer. Ji ber wê jî berê jî me gelek car daxwaz ji PKKê kir, hêzên xwe ji Şingalê vekêşe, ku nebe bahaneyek di destê ti aliyekê û êrîş nekin ser wî bajarî û zêdetir wêran nebe. Ji ber xelkê Şingalê dibe qurban.

Derbo daxwaz kir, Heşdî Şeibî û PKK li Şingalê dûr bikevin, ku xelkê Şingalê bikare bi aramî li malên xwe de bijîn û careke din şer û karesat li serê wî bajarî de neyê.

Herwaha qaymeqamê rewa yê Şingalê Mehma Xelîl jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Pêkanîna her operasyonekê bo ser Şingalê, dê bibe mal wêraniya xelkê, em naxwazin ti demekê xwîna kurdan bê rijandin, ji ber pêwîste aliyên nakok bi guftûgo pirsgirêkan çareser bikin.’’

Herwaha teqez kir, şer ti demekê ti encameke xwe nabe, ji ber xelkê sivîl dê bibe qurban.

Basnews
Top