Ji bo êrîşa Efrînê Trump û Erdogan pêwendiyê dikin
Ajansa Reutersê li ser zarê berpirsekî bilind ji rîveberiya Trump ragihand, Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan îro di pêwendiyeke telefonî de operasyona li ser Efrînê gotûbêj dkin û Trump nerîna xwe ji Erdogan re rabigihîne.
Her çend e naveroka pêwendiya telefonî nehatiye aşkerekirin, lê wî berpirsî ku navê xwe aşkere nekiriye gotiye, peymana Amerîka ew e, divê Tirkiye operasyona li dijî Efrînê sînordar bike.
Artêşa Tirkiyê roja 20 vê mehê operasyona li dijî Efrînê ya bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” ragihand û dest bi topbaran û bombebarana Efrînê û gundên wê kir. li gor dawî amara ku ji aliyê HSDê ve hatiye ragihandin, ta niha 17 kesên sivîl şehîd bûne û 28 kes jî birîndar in.
Berî çend rojan Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson ragihandibû, Washington ligel Enqerê û hin hêzên li ser erdê derbarê aramkirina rewşê û avakirina navçeyeke aram li bakurê Sûriyê kar dike.
K24
