Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Davosê ye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 23.01.2018, digel serok, serokwezîr, paşa û serkirdeyên cîhanê û mêvanan Kombenda Aboriya Cîhanê, beşdarî di merasima pêşwazî û şîvxwarinê dike ku ji aliyê Klaus Schwab damezrênerê Korbenda Aboriya Cîhanê û hevjîna wî Xatûn Hilde Schwab ve hatiye amadekirin.
Roja çarşemê, 24.01.2018 û rojên dûv de, Nêçîrvan Barzanî beşdariyê di xebat û çalakiyên Kombendê de dike û di çarçoveya wê de digel hijmareke serkirdeyên cîhanî dîdar û civînan pêk tîne.
