• Wednesday, 18 February 2026
logo

Parlementoya Sûriyê: Êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê bi dijminkarane binav dike

Gulan Media January 23, 2018 Nûçe
Parlementoya Sûriyê: Êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê bi dijminkarane binav dike
Parlementoya Sûriyê êrîşên artêşa Tirkiyê ya li ser Efrînê bi tundî şermezar kir û bi dijminkarane binav kir.

Endamê Kurd di Parlementoya Suriyê Omer Osê di daxuyanîyeke taybet ji K24 re ragihand, li ser daxwaza wî, îro parlemantoya Sûriyê civîneke taybet li ser rewşa Efrînê û êrîşên Tirkiyê ser wî bajarî pêk anî. Tê de êrîşên Tirkiyê, bi binpêkirina serweriya Suriyê û bi dijminkarane binav kir.

Di civînê de, Omer Osê daxwaz ji Kurdan û hemû pêkhateyên Sûriyê kir, ku bi yekdeng li dijî êrîşên Tirkiyê yê dijminane rawestin û piştevaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bikin, ku berevaniyê di ber Efrînê de dike.

Endamê Kurd di Parlementoya Suriyê Omer Osê tekez kir jî, dê xewnên dewleta Tirkiyê, li bilindahiyên çiyayên Efrînê werin jinavbirin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Muqdad jî di 18 vê mehê de ragihandibû, heger artêşa Tirikyê êrîşî Efirînê bike, artêşa Sûriyê dê bersiva wan bide, lê ta niha ti bersiv ji aliyê Sûriyê ve nehatiyê dan.

k24
Top