• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rayedarek payebilind ê Amerîka serdana navçeyek bin desthilata YPGê kir!

Gulan Media January 22, 2018 Nûçe
Rayedarek payebilind ê Amerîka serdana navçeyek bin desthilata YPGê kir!
Berpirsek payebilind ê Amerîka serdana bajarekî bin desthilata YPGê ya li rojavayê Kurdistanê kir.

Li gor ajansa Reutersê duh 22.01.2018ê Rêveberê ajansa geşepêdana navnetewî ya Amerîka Mark Grin û fermandarê hêzên navendî ya Amerîkayê Josehp Votel serdana bajarê Reqa ya li bakûrê Sûriyê kirine.

Mark Grin ji Reutersê re ragehand, di serdana 7 demjimêrî ya Reqa de, em dibînin rewş ber bi qonaxeke baş diçe û vegera koçber dikare pêkbê û pêwîste ev derfet baş bê bikaranîn.

Serdana Mark Grin a ji bo navçeyên desthilata HSDê û YPGê yekem serdana berpirseke sivîl ê payebilind e.


Basnews
Top