• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mesîhiyên Efrînê daxwaza rawestandina êrîşan dikin

Gulan Media January 23, 2018 Nûçe
Mesîhiyên Efrînê daxwaza rawestandina êrîşan dikin
Mesîhiyên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê daxwaz ji civaka navdewletî bikin pêşiya êrişên artêşa Tirkiyê û çekdarên cîhadîst li ser wê Efrînê bigirin.

Êrişên artêşa Tirkiyê û çeteyên îslamî li ser herêma Efrînê derbasî roja sêyemîn bû. Li gelek gund û deveran şerekî giran di navbera hêzên Tirkiyê û şervanên YPGê de derketiye. Tirkiye bi hemû awayî êriş dike. Tê gotin ku heta niha gelek sivîl hatine kuştin û gelek kes jî bifrîndar bûne.

Mesîhiyên Efrînê li ser wan êrişan daxuyaniyek belav kirine û banga alîkariya bilez ji civaka navdewletî kirine.

Mesîhiyên wê herêma Rojavayê Kurdistanê dane zanîn ku ew rastî êrişên artêşa Tirkiyê û çekdarên îslamî yên radîkal hatine, ji ber wê jî bila civaka navdewletî wan êrişan bide sekinandin û wan biparêze.

Di daxuyaniyê de, ku ji aliyê nûnerê mesîhiyên Efrînê qeşe Valentîn Henan ve hatiye îmzekirin, hatiye gotin ku mesîhî di bin metirsiyê de ne û lawahiya wê dikin bên parastin.
Top