Şervan Derwêş: Armanca Tirkiyê ne tenê Efrînê ye
Şervan Derwêş got jî: "Wek civata serbazî ya Minbic, me tevahiya amadekariyan kiriye daku em rastî her êrîşeke artêşa Tirkiyê li ser Minbic bên û hêzên me karin Minbic ji êrîşan biparêzin".
Derwêş diyar kir, ku pêwendiyên wan yên berdewam li gel Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê hene".
Girêdayî heman mijarê, fermandarê giştî yê YPG Sîpan Hemo, di hevpeyvînekê de li gel ajanseke nêzîkî YPG ragihand, Rûsya tevahiya rêketinên li gel YPGê kirbûn, binpê kiriye û xiyanet li YPG kiriye.
Sîpan Hemo got jî: "Rûsya her dem ji me re digot, ew kar ji bo doseya Kurdan û gerentîkirina mafên wan dike, lê guhertina helwesta wê di dema operasyona Tirkiyê de derwên wê eşkere kir".
Herweha Hemo got: "Rûsya welatekî bê pirensîp e û wê rojek were ku Rûsya li ser vê helwesta xwe ya li dijî miletê Kurd poşman bibe".
Ji aliyê xwe ve artêşa Rûsya 170 serbazên xwe ji navçeyê kişand û wezareta derve ya wî welatî ragihand, ku wan ew serbaz kişandine ji bo parastina jiyana wan û Mosko bi hişyarî çavdêriya rewşa Efrînê dike.
K24
