• Thursday, 19 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê gundên Efrînê topbaran dike

Gulan Media January 20, 2018 Nûçe
Artêşa Tirkiyê gundên Efrînê topbaran dike
Topxaneyên artêşa Tirkiyê li ser topbarankirina gundên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê berdewam in.



Hêzên Tirkiyê li ser topbarankirina Efrînê berdewam in. Dema Tirkiyê beşek ji wê hêza ku navê wê kirine “Hêzên Artêşa Azad a Sûriyê” şand derdora bajarê Efrînê, niha egera nêzîkbûna derketina şer zêdetir bûye. Li gor zanyariyan, Moskow naxwaze Tirkiye di dema êrîşkirina ser Efrînê de firokeyan bikar bîne.



Li gor medya HSDê, topxaneyên Tirkiyê şeva borî gundên Aqîbe û Îsaye yên ser bi bajarokê Şerawa yê Efrînê topbaran kirine. Herwiha bi topên giran gundên Bilîka û Karaya kirine armanc û helîkopterên leşkerî yên Tirkiyê di ser bajarokê Reco de geriyane ku dikeve ser sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê ser bi parêzgeha Efrînê.



Ji aliyê din ve artêşa Tirkiyê gundên Hesacîk û Semoqa yên ser bi herêma Şehbayan li Bakurê Helebê topbaran kirine. Piştî çendîn meh gef, zêdeyî 10 roj dibe ku topbarankirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve zêde bûye û êrîşên ser sînor jî berdewam in.



Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Nurettîn Canikli jî ragihandibû ku di nêzîk de şerê Efrînê dest pê dike. Canikli dem diyar nekiriye lê tekez kiribû ku êrîş dikin. Amerîka li dijî operasyoneke wiha ye û berpirsekî payebilind ê Wezareta Derve ya Amerîkayê jî gotibû ku operasyona leşkerî ya Tirkiyê ti sûdê nagihîne aramiya herêmî û Sûriyê jî, herwiha nîgeraniyên Tirkiyê yên derbarê asayîşa sînorên wê de jî kêm nake.

Rudaw
Top